Raportên ku ji Somalî tên radigihînin ku çekdarên El Şabab berî demeke kin êrîşî du otelên li paytaxt Mogadişu kirin.
Raportên pêşîn dibêjin, otomobîlên bombedagirtî li pêş derîyên otelên Weheliye û Siyaad peqîn û dû re çekdaran avêtin ser otelan.
Li cîhên bûyerê dengê teqekirinan jî têne ragihandin û hurgilîyên êrîşê hêdî hêdî digehijin ajansan.
Hêjayî gotinê ye, El Şabab, bi salan e kiryarên terorîstî dike ku hikûmeta Somalî gêr bike û dewleteke Îslamî bîne sûnê wê.