Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokeyeke Bê Firokevan ya Îsraîlê Hember Beravên Terablusa Libnanê Tê Xwarê


Firokeyeke bê firokevan ya Îsraîlî. (Wêne ji arşîvê ye)
Firokeyeke bê firokevan ya Îsraîlî. (Wêne ji arşîvê ye)

Artêşa Libnanî û karbidestekî ewlekariyê ragihand ku firokeyeke bê firokevan ya Îsraîlî îro Şemiyê li nav Deryaya Spî beramber bajarê Terablusê hate xwarê.

Di daxuyaniyekê de, artêşa Libnanê got ku firokeya bê firokevan demjimêr 8:30 sibehê bi dema xwecihî roja Şemiyê ket. Wê ti agahiyên bêtir neda, lê hinek wêne belav kir ku tê de firoke di nav avê de û paşê ji derveyî avê nîşan didan.

Li ser firokeyê Stêra Dawûd ya Cihûyan û nivîsînek bi zimanê Îbrî hebû.

Îsraîl her gav firokên şer û yên bê firokevan dişîne ser esmanê Libnanê, pirê caran li ser gund û bajarokên başûrê Libnanê ku rêxistina Hizbullah li wir çalak e. Bajarê Terablusê li bakurê Libnanê dikeve, lê tevî wiha jî firokeyên Îsraîlî xwe digihînin wir.

Artêşa Îsraîlê ti şirove derbarê van raportan nedaye.

Libnan û Îsraîl wekî du welatên dijmin tên zanîn. Ew herwiha di rewşa şer de ne. Sala 2006’ê, Îsraîl û Hizbullah şerekî giran kiribûn ku mehekê dirêj kir û tê de 1200 Libnanî û 160 Îsraîlî hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG