Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Netanyahu Dibêje Cîhan Xwe Radestî Îranê Dike


Rêberê Îsraîlê dibêje, welatên Rojava xwe radestî Îranê dikin, tevî ku Komara Îslamî her li dijî wan radiweste.

Wekî bersiv jibo banga rêberê bilind yê Îranê ku têkoşîna dijî Amerîka were berdewamkirin tevî encamên gotûbêjên navokî, Benjamin Netanyahu îro Yekşemê got ku welatê wî vê rastiyê qet qebûl nake.

Gotûbêjên navokî li Vienna berdewam dikin, bi mebesta danîna sînoran jibo programa Îranê ya navokî hember hilanîna sizayên aborî ji ser Tehranê.

Bi riya televizyona dewleta Îranê ya Press TV, Ayatollah Ali Xameneî got, “Amerîka mînaka herî durist ya pozbilindiyê ye.” Wî ji xwendekarên zanîngeha Tehranê re got ku “amade bin jibo têkoşîna dijî hêzên pozbilind berdwam bikin.”

Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dibêje, “Îran planên xwe yên ji vî rengî venaşîre.”

XS
SM
MD
LG