Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zana Rostayî: Operasyona Anbarê û Giheştina Firokên F-16 Guhertinekê Tînin


Wezareta Berevanî ya Îraqê îro Duşemê ragihand ku 4 firokên şer yên F-16 ji Amerîka giheştine Bexdayê.

Di heman demê de, operasyona azadkirina parêzgeha Anbarê ji aliyê hêzên hevbeş yên Îraqê ve destpê kir.

Artêşa Îraqê dibêje, armanca vê operasyona berfireh rizgarkirina Anbarê bi temamî ji dest çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) e.

Di vê derbarê de, Zana Rostayî, endamê parlamena îraqê ji Dengê Amerîka re dibêje ku stratejiyeke nû ya şer peyda bûye û gihiştina firokên Amerîkî di vê demê de belge ye.

Birêz Rostayî herwiha dibêje, eşîrên Sunnî yên Anbar jî beşdarî operasyonê li dijî DAIŞ dibin û "ev yek bixwe jî tiştekî girîng e".

Hevpeyvîn bi Zana Rostayî re
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG