Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

îbrahîm Kêvo: Hunera Min Rêzgirtin û Hezkirina Min Ji Gelan Re Ye


Hunermend Îbrahîm Kêvo li gundê Dugirê nêzî bajrokê Amûdê ji Dayik bûye ji malbetek Ermen re û li gund xewndina xwe ya seretayî qedandiye û paşîn bi malabata xwe re çûne Hesekê û li wir bi cî bûne.

Di sala 1987 de li bajarê Helebê xwendina xwe ya mûzîkê li ser destê Maystro Nûrî Iskender qedand û di nav girûpa wî de xebatên xwe yên mûzîkê kir.

Kêvo bi rengê stran û şêweya xwe karîbû bala kesan bikşîne, ne tenê li nav Sûriye lê belê li hin welatên Erebî û yên Ewropî jî.

Kêvo bi zimanê zikmakiya xwe yê Ermenî strana dibêje, û Kurdiya Kurmancî, Erebiya Merdelî, Tirkî, Siryanî û Aşûrî, ew mîna bexçekî rengîn e ji ziman û çandan re.

Kêvo dibêje: “ Xwezî ez ev ziman û melet te ba ma, ku rengê jiyanê didin nasîn".

Kêvo gelek xelat û rêzlînan ji welat û navend û kesan ve wergirtiye li ser xebata xwe.

Wî karîbû riwekî geş û rengîn ji çand û jiyana Rojavayê Kurdistanê û Sûriye bide nasîn bi kesên biyanî ve.

Taybetiya wî ji hestê wî tê ku kare xwe têxe kirasê her zimanekî û bi zîrekî wê bide xwendin, bi taybetî jî di stranên Êzîdiyan de, ku bi awayekî resen dibêje û bi mûzîka modern pêşkêş dike , bê ku ji hevoka wê ya mûzîkî kêm û lawaz bike mîna Derwêşê Evdê, Şerfedîn, Tembûr....û hinî din.

Kêvo beşdarî bi dehan ji festîval û çalakiyên Mûzîka cîhanî bûye li çend welatên Erebî û ên Ewropî jî û li kêleka Hunermendên mezin stran û mûzîk pêşkêş kiriye.

Nuha ew hevalê xwe hunermend Ganî Mirzo li ser berhemên nû kar dikin li ser mûzîka folklor ya Kurdî bi şêweyê Felamenko ku wê nêzîk bê belavkirin.

li jêr faylê dengî veke da li hevpeyvînê guhdar bike

please wait

No media source currently available

0:00 0:36:16 0:00

Ibrahim Keivo.wmv
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:12:50 0:00

XS
SM
MD
LG