Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

6 Polîs di Teqînê de li Afganistanê Hatin Kuştin


Hêzên ewlekariya Afganî li Herat.
Hêzên ewlekariya Afganî li Herat.

Karbidest li rojavayê Afganistanê dibêjin, di encama teqîneke li rex rê de 6 polîs hatin kuştin.

Desthilatdar dibêjin, ew polîs roja Şemiyê, yekem roja Cejna Remezanê, hatin kuştin, dema ku trimbêla wan pê li mayînekê li parêzgeha Herat kir.

Ajansa Fransî ya nûçeyan radigihîne ku sê efserên din yên polîsê di wê teqînê de birîndar bûn.

Ti alî demûdest berpirsiya teqînê nexistiye stûyê xwe, lê mîlîtanên Talîban berê êrîşên wisa li dijî armancên hikûmetê bikar anîne.

XS
SM
MD
LG