Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Besam Osman: Aboriya Rojavayê Kurdistanê di Arîşeyeke Mezin de Ye


Rewşa jiyana rojane li Rojavayê Kurdistanê di arêşeyên dijwar de derbas dibe, ji ber şerê li dijî DAIŞ û girtina derbend û riyan li ber kar û xebatên bazirganiyê.

Şîrovekarê aborî Besam Osman ji Dengê Amerîka re got ku ketina nirxê Lîra Sûrî li hemberî Dolarê Amerîkî yek ji sedemên serekî ye di van arîşên de.

Birêz Besam herwiha dibêje, riyên bazirganiyê li ser herêma Cezîrê hatine girtin û bi zhemetî alav û pêwistiyên rojane tên peydakirin.

Birêz Besam anî ziman ku pêwistî bi yekîtiyeke siyasî heye da ku xwedî biryar be di peydakirina alavên jiyana rojana ji xelkê re, "yan jî wê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê bar bikin û roj bi roj jimara wan kêm bibe."

Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke.

Bssam Osman-7-18-15-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:31 0:00

XS
SM
MD
LG