Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Azad Kurdî: Îran Çavkanîyeke Sereke ya Terorîzmê ye


Îran û 6 welatên hêzdarên cîhanê gehiştine rêkeftinekê bi merema rêgirtina li duristkirina bombeya navokî ji aliyê Îranê ve.

Beramber wê yekê, ewê welatên Rojava cezayên aborî li ser Tehran sist bikin. Lê rêberên Îranê dibêjîn, ewê li ser heman siyaseta niha li Rojhilata Navîn berdewam bikin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, rojnamevan û çalakvan Azad Kurdî da zanîn, jiber rewşa aborî yan tund li ser Îranê, ew neçar bû bi rêkeftinê qayil bibe da berdewamîyê bide projeyên xew yên stratejîk li Rojhilata Navîn.

Birêz Kurdî got, têkelîyên Îran û Rojava ne li asta peywendên stratejîk in û Îran her ji demeke dirêj çavkanîyeke terorîzmê ye, lewra niha hevkarîyeke bilind di warê şerê terorê de çê nabe, lê eger piştî demeke dirêj guhertin di rêbazên Îranê de çê bibin, wa heye hevkarî di navbera herdu aliyan de di çend waran de çê bibe.

Hevpeyvin digel Azad Kurdi
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:51 0:00

XS
SM
MD
LG