Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hekem Xelo: Li Bêhtirî Şûnekê Daiş Çekên Kîmawî Li Dijî YPG Bikaranîn.


Hekem Xelo
Hekem Xelo

Çavdêriya Sûrî ya mafê mirov ku bingeh li London e doh șemiyê ragihand ku çekdarên Daiș meha borî çekên kîmawî dijî șervanên Kurd li rojhilata Hesekê bikar anîn.

Hevserokê civata qanûnsaz li kantona Cizîrê rêzdar Hekem Xelo, ji Dengê Amerîka re ev yek dupat kir û got:

“Daiș çekên kîmawî di 28 meha borî de li rojhilata bajarê Hesekê bikaranîn û 12 șervanên Kurd di encamê de birîndar bûn. Me belge hene li dor hebûna wan çekan li nik Daiș. Ew çekên Rûsî yên kevnin. Gumane wan ew ji enbarên artêșa Îraqî an Sûrî wergirtine, anjî hin welatên herêmê alîkariya wan dikin di vê derbarê de. Em ne piștrast in sedî sed ji jêdera wan çekan, lê tiștê em jê bawerin, Daiș ev çek li dijî șervanên me bikar anîn e.”

Xelo ku li bajarê Qamîșlo dimîne banga civaka navnetewî kir ku bi rola xwe rabe û rê li pêș vê gurûpa terorîst bigre.

Ji bo guhdarîkirina li hevpeyvînê, faylê deng veke

Hekem Xelo SW 07_19_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:04 0:00

XS
SM
MD
LG