Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ashton Carter Serdana Îsraîlê Dike


Wezîrê Berevaniya Amerîka Ashton Carter berê xwe dide Îsraîlê jibo nirxandina pêdiviyên wê yên ewlekarî, hefteyekê piştî îmzekirina rêkeftina navokî ligel Îranê.

Biryar e birêz Carter ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu kom bibe. Netanyahu gotibû ku ew rêkeftina ligel Îranê “şaştiyeke dîrokî” ye. Wî herwiha bang li Kongresa Amerîkî kiriye ku rêkeftinê red bike.

Berî serdanê, Wezîrê Berevaniya Amerîkî got, wî nêt tune ye ku hewil bide dijberiya Netanyahu derbarê rêkeftinê biguhere, lê ew hêvî dike ku hevkariya Amerîkî û Îsraîlî ya leşkerî bihêztir bike.

Di heman serdanê de, birêz Carter ligel Wezîrê Berevaniya Îsraîl Moshe Yaalon û generalên artêşa Îsraîlê jî kom dibe.

XS
SM
MD
LG