Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esed Lêborîna giştî jibo Leşkerên Veqetiyayî Derdixîne


Ajansa nûçeyan ya ser bi hikûmeta Sûriyê ve dibêje, Serokê welêt Beşar Esed lêborîneke giştî daye leşkerên ku ji artêşê veqetiyane.

Lê fermana ku îro Şemiyê ji aliyê Esed ve hate dayîn, dibêje divê ku ev kesên veqetiyayî di nava du mehan de xwe radestî hikûmetê bikin da ku ev lêborîn li ser wan bicî were.

Bi hezaran leşker ji artêşa Sûriyê veqetiyane, gelek ji wan tevlî serhildayan bûne jibo roxandina rejîma Esed. Artêşa Sûriyê kêmanî di jimara leşkeran de heye, li vê dema ku mêrên genc ji welêt direvin da ku xwe dûrî leşkeriya bizorê bikin.

Esed lêborînên wek vê berê jibo tawankaran jî derxistiye, lê kesek ji wan hezaran girtiyên siyasî di zindanên Sûriyê de azad nekiriye.

XS
SM
MD
LG