Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Hizbullah: Ewê Piştgiriya Îranê Piştî Rêkeftina Navokî jî Berdewam Bike


Rêberê Hizbullah, Hesen Nesrallah
Rêberê Hizbullah, Hesen Nesrallah

Rêxistina Şîa ya Libnanî, Hizbullah, dibêje, ew dikare hîn pişta xwe bi alîkarî û piştgiriya Îranê ve girê bide, tevlî ku Tehranê rêkeftina navokî ligel şeş welatên bihêz yên cîhanê îmze kiriye.

Rêberê Hizbullah Hesen Nesrallah do Şemiyê ji piştgirên xwe re got, “peywendiya Îran bi hevalbendên wê re li ser bingehên îdyolojî ye û li pêş berjewendiyên siyasî tê.”

Îran piştgira yekem e jibo Hizbullah ya ku Amerîka wê wekî rêxistineke terorîst dibîne.

Çekdarên Hizbullah herwiha li Sûriyê jî piştgiriya artêşa Serok Beşar Esed dijî serhildayên opozisyonê dike.

Vê hefteyê, Amerîka sizayên aborî danî ser sê rêberên Hizbullah û kardarekî Libnanî jiber “piştgiriya kempeyna hovane ya artêşa Esed li Sûriyê”, wekî ku Amerîka got.

XS
SM
MD
LG