Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Bingeheke Leşkerî ya Afganî Kontrol Dike


Dîmenek ji parêzgeha Bedexşan
Dîmenek ji parêzgeha Bedexşan

Desthilatdar li bakur rojhilatê Afganistanê îro Yekşemê piştrast kirin ku rêxistina Talîbanê bingeheke leşkerî ya girîng di encama pevçûnên nîvê şevê de kontrol kirine.

Ev yek hate holê, piştî ku bêtirî 100 endamên hêzên ewlekariya Afganistanê xwe radestî mîlîtanên Talîbanê kirin.

Efserê polîs ragihand, şerê li devera Tirgaran ya parêzgeha Bedexşan, Îniyê bi şev destpê kir dema ku jimareke serhilda êrîşên bihev re birin ser bingehên leşkerî.

Wî got, hêzên polîs li bingehê xwe radestî Talîbanê kirin jiber ku ew hatibûn dorpêçkirin û ti alîkarî ji hikûmetê wernegirtin.

Di daxuyaniyekê de, Talîban eşkere kir ku çekdarên wê jimareke bingehên ewlekarî li deverê kontrol kirine û 110 endamên hêzên ewlekariyê girtine.

XS
SM
MD
LG