Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Beșdarbûna Tirkiyê Di Șerê Li Herêmê De


Şêrko Ebbas, Hoşeng Osê û Fuad Omer
Şêrko Ebbas, Hoşeng Osê û Fuad Omer

Piroseya aștiyê li Tirkiyê ji nișkave bidawî hat piștî ku PKK berpirsiyariya xwe ragihand li dor kuștina du efserên polîs yên Tirk û hêzên Tirkiyê jî bi êrîșên esmanî vegerand li ser baregehên PKK li herêma Kurdistana Îraqê.

Tirkiyê li ser zimanê wezîrê derve Mewlûd Çawûșoxlo got Tirkiyê li Daiș û PKK wek hev temaşe dike.

PKK dibêje rêkeftina aștiyê çi wate jêre nema piștî van êrîșan.

Peyvdarê wezareta derve ya Amerîka John Kerby got ji mafê Tirkiyê ye șerê PKK bike.

Tirkiyê piștî demeke dirêj pejirand ku Amerîka baregeha Încirlîk bikar bîne ji bo șerê Daiș û bi xwe jî tevlî șer bû.

Ev guhertin hemî di nîrê hefteyekê de çêbûn piștî teqîna Sirûcê ku di encamê de 32 xwendevan hatin kuștin.

Gelo rewș ber bi kuve diçe?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Serokê berê ye Partia Yekîtiya Demuqrat (PYD) rêzdar Fuad Omer ku li Holenda dimîne; serokê Encûmena Niștimanî ya Kurdistanî li Sûriyê ( Kurdnas) rêzdar Șêrko Ebbas ku li vir li wîlateya Mêșîgin dimîne; û her wiha nivîskarê Kurdê Sûrî rêzdar Hoșeng Osê ku li Belcîka dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance SW 07_28_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:34:51 0:00

XS
SM
MD
LG