Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberê Nû yê Talîban Dibêje Ewê Cîhadê Berdewam Bikin


Melle Axtar Mensûr
Melle Axtar Mensûr

Rêxistina Talîbanê peyameke dengî ji rêberê wê yê nû Melle Axtar Mensûr re belav kiriye, tê de tê piştrastkirin ku ewê xebata Talîban ya cîhadê were berdewamkirin heta ku sîstema Îslamî li Afganistanê were danîn.

Melle Mensûr dibêje, çi şer be çi jî aştî be, ewê hemû biryarên wan li gorî şerî’eta Îslamê bin. Wî herwiha şîret li piştgir û hogirên xwe kir ku guh nedin wan salixdan û gotinên nerast derbarê Talîbanê.

Rêberê nû yê Talîbanê dibêje, rêbertiya rêxistinê dê hemû hewildanan bike jibo ku yekîtiya xwe biparêze. Wî got, berî ku Melle Omer bimire, wî hemû berpirsî dabû dest wî, jiber wilo jî ew karê xwe li gor prensîpên rêberê berê berdewam dike.

Melle Axtar Mensûr cihê dameznêrê Talîban Melle Mihemed Omer digire, yê ku mirina wî ji aliyê Talîban bi xwe ve hate piştrastkirin.

XS
SM
MD
LG