Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yê Rûsya, Amerîka û Saudî li Qeterê Dicivin


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry (rast) û Wezîrê Derve yê Rûsa Sergey Lavrov (çep).
Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry (rast) û Wezîrê Derve yê Rûsa Sergey Lavrov (çep).

Wezîrê derve yê Rûsyayê civîneke sêalî ligel hevtayên xwe yên Amerîkî û Erebistana Saudî li Qeterê destnîşan kiriye.

Wezareta Derve ya Rûsyayê got, Sergey Lavrov dê ligel Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û Wezîrê Saudî Adil El Jubeyr kom bibe. Ev civîn li dema serdana Lavrov ya du roj e bo Dohayê tê ku sibe Yekşemê destpê dike.

Wexteke zûtir, Kerry ragihandibû ku ew plan dike bi awayekî cuda li Doha ligel Lavrov bicive da ku mijarên girêdayî Sûriye, Îran û Ukraynayê gotûbêj bikin.

Wezareta Rûsyayê got, li dema serdana xwe li Qeterê, ewê Lavrov krîzên li Sûriyê, Lîbyayê, Yemenê giftûgo bike. Ewê Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwiha hewildanên navnetewî jibo şerê Dewleta Îslamî (DAIŞ) û rola Îranê di herêmê de piştî îmzekirina rêkeftina navokî ligel welatên Rojavayî behs bike.

Tevî girjiyên di navbera Amerîka û Rûsya de li ser Ukraynayê, Serok Barack Obama spasiya Mosko kir jiber alîkariya gihiştina rêkeftina navokî ligel Îranê.

XS
SM
MD
LG