Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fethulla Huseynî Li Ser Konferansa Yekîtiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê Diaxive


Konferansa Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê lidarketiye, bi amadebûna beşek ji rewşenbîrên Kurd.

Mebest ew e ku bi fermî dest bi xebatên xwe li Herêma Kurdistanê bikin, piştî ku sala borî li Amedê navendeke xwe destnîşan kiribûn.

Nivîskar Fethulla Huseynî yek ji endamên komîteya amadekariya vê Konferansê ye ku ji Dengê Amerîka re amanc û programa konferansê şîrove kir.

Birêz Huseynî got ku mebesta serekî ew e ku navendeke fermî ji rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê re bê li Herêma Kurdistanê pêk bînin.

Birêz Huseynî herwiha got, wê Konferans du rojan berdewam bike û li ser çend xalên girîng giftûgoyan bikin, bi taybetî rewşa Rojavayê Kurdistanê û peywendiyên rewşenbîrî di nav wan û Kurdên parçeyên din de.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke.

Hevpeyvîna Fethela Husênî-8-1-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:29 0:00


XS
SM
MD
LG