Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Leşker li Agirî Hatin Kuştin û 24 Birîndar Bûn


Komeke şervanên PKK
Komeke şervanên PKK

Desthilatdar li Tirkiyê dibêjin, serhildayên Kurd îro Yekşemê teqînek li polîsxaneyeke leşkerî li rojhilatê welêt kirine û di encamê de du leşker hatine kuştin û 24 birîndar bûne.

Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) du ton madeyên teqînok bikar anîn da ku êrîşî bingeha li riyekê li wîlayeta Agirî bikin.

Ofîsa fermandarê Agirî di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqînê de ziyan gihişt avahiyê. Leşkerên birîndar jî hatin rakirin bo nexweşxaneyê lê ti agahî derbarê rewşa wan tune ye.

Di êrîşeke cuda de jî, leşkerek hate kuştin û 4 birîndar bûn, piştî ku trimbêla wan ya leşkerî pê li mayînekê li wîlayeta Mêrdînê kiribû. Tê bawer kirin ku serhildayên Kurd ew mayîn çandibin.

Di nav 10 rojên dawî de, tundûtûjî li Tirkiyê jinûve destpê kiriye. Ji ber vê tundûtûjiyê, pêvajoya aştiyê di navbera hikûmet û Kurdan de têk çûye. Bi awayekî rojane, hikûmet êrîşên esmanî dibe ser bingehên PKK’ê li Çiyayê Qendîlê li Kurdistana Îraqê. Şervanên PKK’ê jî êrîşan dibin ser bingehên hêzên ewlekariyê li nav Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG