Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tundûtûjiya Dijî Rojnamevanan li Meksîkayê Zêde Dibe


Piştî ku gefe lê hatibû xwarin, rojnamevanekî Meksîkî ligel çar kesên din kuştî li aparmanekê li Mexico City hatin dîtin.

Ruben Espinosa wekî wênegir û rojnamevan li Kovara Proceso kar dikir. Kovarê got, xuşka Espinosa dikarîbû do Şemiyê termê wî binase. Ew li taxa Narvarte ya paytexta Meksîkayê ligel çar jinan kuştî hate dîtin.

Berî çend hefteyan, Espinosa ji bajarê Veracruz li başûr rojhilatê Meksîkayê reviyabû piştî ku kovara ragihandibû ku hinek kesan gefe lê xwaribûn.

Rêxistineke azadiya rojnamegeriyê bi navê Article 19 di daxuyaniyekê de kuştina Espinosa şermezar kir û got, ev yek gaveke nû ye li dijî rojnamegeriyê li Meksîkê.

Komîteya Parastina Rojnamevanan dibêje, ji sala 1992’ê ve 34 rojnamevan li Meksîkê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG