Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kerry li Qahîre Girîngiya Peywendiyên Amerîka û Misirê Nîşan Dide


Mideast Egypt Kerry
Mideast Egypt Kerry

Li dema ku îro Yekşemê ligel Wezîrê Derve yê Misirê kom bû, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry girîngiya peywendiyên Amerîka û Misirê nîşan da.

Di heman civînê de, Kerry girîngiya rola Misirê li herêma Rojhilata Navîn jî eşkere kir.

Di daxuyaniya vekirina gotûbêjên li Qahîre de, birêz Kerry got ku herdu alî dê gefeya rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) gotûbêj bikin. Di daxuyaniyê de, wezîrê derve yê Amerîka anî ziman ku Misir buhayekî giran di ber şerê tundrêbûnê de daye.

Kerry got, pêwîstî bi stratejiyeke dijatiya terorîzmê heye ku tê de kesayetiyên olî, mamoste û welatiyên normal piştgiriyê bikin.

Wezîrê derve yê Amerîka herwiha behsa rola hikûmeta Misirê kir û got, divê bawerî di navbera hikûmet û xelkê de were peydakirin.

Biryar e birêz Kerry ligel Serokê Misirê Ebdulfetah el Sîsî jî kom bibe. p

Piştî Misir, ewê John Kerry serdana Qeter jî bike da ku ligel welatên Kendavê behsa rêkeftina navokî ya Îranê bike.

XS
SM
MD
LG