Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Elî Mîranî: Îraq Nema Vedigere Wekî Xwe


Rojnama “Foreign Policy” ya Amerîkî li ser zarê serokê dezgeha zanyariyên (CIA) behsa Rojhilata Navîn dike û dibêje, ewê çend guhertin wê di sînorên welatan de çê bibin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Elî Mîranî mamosteyê peywendîyên navnetewî li zanîngeha Zaxo dibêje, Îraq nema weku welatek yekgirtî dimîne, jiber ku nuha Şîastanek heye û devereke cuda ya Sunne heye û Kurd her ji sala 1991'ê ve ji Îraqê cud ane.

Dr. Mîranî herwiha da zanîn, li Îraqê guhertin li ser erdê çê dibin û eşkere ye Îraq ne di asta hêviyên Obama û karbidestên Amerîkayê de ye.

Hevpeyvin digel Dr. Eli Mîranî
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:40 0:00

XS
SM
MD
LG