Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Salvegera Karesata Șengalê û Çelrojiya Komkujiya Kobaniyê


Serhan Îsa, Farûq Hec Mustefa û Qado Şêrîn
Serhan Îsa, Farûq Hec Mustefa û Qado Şêrîn

Doh salek derbas bû li ser ketina Șengalê bin destê Daiș ku bi deh hezaran xelkê sivîl neçar man ji malên xwe derkevin û ber bi çol û çiyan ve birevin.

Daiș jimareke mezin ji wan kuștin û bi hezaran keç revandin û li bazaran firotin.

Heman gurûpa terorîst berî çel rojî komkujiyek li Kobaniyê di deheqê xelkê sivîl de kir.

Îroj piștî derbasbûna salekê li ser karesata Șengalê û çel rojî li ser Komkujiya Kobaniyê, gelo Kurd çi dikarin bikin da ev cûre bobelat dubare nebin.

Çawa dê Șengal rizgar be û Kobanî bête avakirin?

Gelo hêzên mezin yên cihanê û rêxistinên navnetewî roja îroj çi ji bo wan kirin û çi dikarin bikin ?

Ev dijberiya li ser Șengalê ya ne tenê ji aliyê Daiș ve belê di navbera Kurdan xwe bi xwe de ta kîjan astê ziyanê digihîne xelkê sivîl li wir?

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê: serokê navenda Berçav rêzdar Farûq Hecî Mustefa ku li Tirkiyê dimîne.

Nivîskar Qado Șêrîn ku li Holenda dimîne; û her wiha peyvdarê encûmena Êzîdiyê Sûriyê û endamê sozdariya giștî ya ENK-S rêzdar Serhan Îsa ku ew jî li Almanya dimîne

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance SW 08_04_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:41 0:00

XS
SM
MD
LG