Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rehendî Pêșatekan: Duristkirina Herêmeke Veqetî di Navbera Tirkiyê û Sûriyê De


Mehmûd Ebbas, Kemal Sîdo û Fuad Elîko
Mehmûd Ebbas, Kemal Sîdo û Fuad Elîko

Amerîka û Tirkiyê dixwazin gurûpa Daiș ji sînorê Tirkiyê bidûr xin û Tirkiyê evê yekê dibîne bi riya dursitkirina navçeyeke veqetî li ser sînor.

Lê ev bîroke bi xwe berî hebûna Daișê ye. Ew vedigere sala 2012 ku ne tenê li aliyê Tirkiyê daxwaza vê yekê dibû belê li aliyê welatin din jî wek Urdun ji bo veheweandina penaberên Sûrî yên ji ber șer reviyan wan welatan.

Gelo herêma ku îroj behsa wê dibe ew heman herême ku berî bêhtirî sê salan behsa wê dibû?

Çiye Armanca Tirkiyê ji duristkirina vê herêmê? Gelo ew ji bo parastin û vehewandina penaberane an jî pêwendiya wê bi pilanên siyasî heye?

Gelo Amerîka û Tirkiyê bi heman çavî li vê herêmê temașe dikin, an nakokî di navbera wan de hene? Eger em hebûna Kurdan li ser Sînor bidin ber çavan û lihevnekirina Tirkiyê û Amerîka li dor hêzên Kurdî li wir.

Bernameya Rehendî Pêșatekan bi beșdarbûna sê mîvanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê komîta siyasî ya Pariya Yekîtiya Kurdî li Sûriyê û endamê koalisyona opozisyona Sûrî rêzdar Fuad Elîko ku li Tirkiyê dimîne; berpirsê beșê rojhilata navîn yê komeleya gelên di bin gefê de li Almanya rêzdar Kemal Sîdo; û her wiha endamê Encûmena Niștimanî ya Kurdistanî li Sûriyê rêzdar Mehmûd Ebbas ku li Texas dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Rehendî Pêşatekan SW 08_05_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:28 0:00

XS
SM
MD
LG