Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Xaça Sor Serdana Yemenê Dike


Serokê Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor îro Şemiyê gihişt Sena, paytexta Yemenê ya ku li jêr kontrola serhildayên Husî ye.

Biryar e serdana Peter Maurer heta Duşemê dirêj bike. Di daxuyaniyekê de, Xaça Sor got ku ewê birêz Maurer di vê serdanê de bal bikişîne ser rewşa mirovahî li Yemenê.

Daxuyaniyê herwiha got ku Xaça Sor “derbarê êrîşên li ser karmend û navendên bijîşkî xembar e”. Wê got, ji dema ku şer destpê kiriye, çar xwebexşên Xaça Sor hatine kuştin.

Welatiyên Yemenê rastî kêmasiyan di xwarin û av û dermanan de hatine. Neteweyên Yekbûyî li yekê Tîrmehê asta herî bilind ya rewşa mirovahî ya awarte li Yemenê ragihand.

Li Adara borî, koalisyona bi serkêşiya Erebistana Saudî dest bi êrîşên esmanî dijî serhildayên Husî yên Şîa û hevalbendên wan kiriye.

XS
SM
MD
LG