Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ukraynayê Şer Berdewam Dike


Tevî agirbesteke sist, hikûmeta Ukraynayê îro Şemiyê kuştina leşkerekî xwe ragihand, li vê dema ku pevçûn ligel cudaxwazên ser bi Rûsya ve li rojhilatê welêt berdewam dikin.

Berdevkê leşkerî Andriy Lysenko got, di encama şerê 24 demjimêrên dawî de, 9 leşkerên din jî birîndar bûne.

Karbidestên Ukraynî gotin, sê kesên sivîl jî di wî şerê bişev de li bajarokê Dzerzhynsk birîndar bûn. Ew bajarok di destê hikûmetê de ye û dora 50 kîlometrî dûrî bajarê Donetsk, paytexta de fakto ya cudaxwazan, dikeve.

Malpera fermî ya cudaxwazan jî ragihand ku du sivîl li Donetsk jiber bombebarana hêzên hikûmetê birîndar bûn.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, jiber vê nakokiya li Ukraynayê ku Nîsana 2014 destpê kiriye, 6800 kes hatine kuştin û bi kêmî 1.4 milyon kes ji malên xwe reviyane.

Li Sibatê aliyên şer gihiştin rêkeftinekê jibo vekişandina çekên giran ji bereyên şer, lê bombebarankirin ji herdu aliyan her berdewam e.

XS
SM
MD
LG