Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Jimareke Tundrêyên Cihû Digire


Meir Ettinger yek e ji kesên ku hatine girtin.
Meir Ettinger yek e ji kesên ku hatine girtin.

Desthilatdar li Îsraîlê dibêjin, hikûmetê tepeserkirina xwe li dijî tundrêyên Cihû îro Yekşemê zêdetir kir, vê carê bi girtina du welatiyên netewperest jibo dema şeş mehan bêy ti tawan.

Hikûmetê herwiha jimareke bergumanên din li akincîgehên Kenara Rojava girtin.

Ev tepeserkirin tê, piştî êrîşa bi agir ya li dijî maleke Filestînî li Kenara Rojava. Di encama wê êrîşê de ku 31ê Tîrmehê pêk hat, zarokekî 18 mehî hate kuştin û bira û bavê wî bi giranî birîndar bûn. Bav jî do Şemiyê jiber şewat û birînên xwe jiyana xwe ji dest da.

Desthilatdaran ew êrîş wekî karekî “terorîstî yê Cihû” binav kir. Kabîneya Ewlekariya Îsraîlê jî bikaranîna şêweyên tund jibo danûstandina ligel vê diyardeyê erê kir. Bi wê yekê, hikûmet êdî dikare bergumanan bo demên dirêj binçav bike, bêy ku tawanan li dijî wan destnîşan bike.

Ev gav û şêweyên wisa berê bêtir li dijî mîlîtanên Filestînî dihatin bikaranîn, lê kêm li dijî welatiyên Îsraîlî.

XS
SM
MD
LG