Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Seîd Yûsif Mîrê Bizqa Kurdî: Min Ser Hemû Beşê Civaka Kurdî Stiran Gotin


Hunermendê Kurd Seîd Yûsif yek ji hunermendên bi nav û deng e di civaka Kurdan de û herwisa jî li Sûriye û Libnan ê, ew tê nasîn bi navê mîrê Bizqa Kurdî.

Seîd Yûsif yekem kes bû ku Bûziq anî Qamişlo û li ser destê wî bela bû û bidehan huneremnd li ser destê wî fêrî wê bûn û bikaranîn.

Ew ne bi tenê sazvan û dengbêje lê belê helbestvane û awazjene jî, ji destpêka wî ta roja îro rist û awazên stranê xwe bi xwe aferandiye û wisa jî daye dehan ji hunermendên dî jî.

Di orta salên şêstî de wî berê xwe da Beyrutê û li wir Koma Newroz damezrand û dest bi belavkrina mûzîk û filklorê Kurdî kir, ku bala civaka, hunermend û siyastemedarên Libnanî kişand mîna Kemal Canpolat, Saib Selam û hinî din.

Awaz û stranên Seîd Yûsif li seranserî Kurdistanê Belav bû, û ta roja îro tên strandin mîna "Ez Keçim keça kurda me", "Çawa tê her e" ,"Oy Felek".

ji ber berhemên wî UNSCO komek ji stranên wî çap kir li ser CD ya zêrîn , û li Nemsa polek bi navî wî çap kirin.

Deng û Reng hevpeyvînek bi Hunermend Seîd Yûsif re kir û li jêr lînka hevpeyvînê û hin stranên wî, fermo wan vekin

please wait

No media source currently available

0:00 0:35:44 0:00

stranên Hunermend Saîd Yûsif:

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:21 0:00
Direct link
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:23 0:00
Direct link
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:57 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG