Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Gefeya Karekî Leşkerî Dijî Başûr Dixwe


Koreya Bakur îro Şemiyê gefeya karekî leşkerî xwar, piştî ku Koreya Başûr jinûve weşanên propagandayê bi riya mîkrofonan li nêzîk sînorê di navbera herdu welatan de belav kir.

Ev cara yekê ye di nav 10 salên dawî de ku Seoul van weşanan belav dike. Ev gav jî wekî bersiv tê dîtin, jibo bûyera zeviya mayînê ya hefteya borî ku tê de du leşkerên Koreya Başûr li herêma neleşkerî birîndar bûn.

Pyongyang red dike ku wê ew mayîn li wê herêmê çandibe. Wê herwiha îro Şemiyê got, weşanên ku Koreya Başûr dike wekî ragihandina şer tên jimartin.

Li gorî daxuyaniyeke artêşa Koreya Bakur, eger ev weşan neyên rawestandin, “ewê karekî leşkerî li hember şerê derûnî yê dijî Koreya Bakur derkeve holê.”

XS
SM
MD
LG