Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ehmed Esîr li Firokxaneya Beyrûtê Tê Girtin


Esîr bi dijayetiya Hizbullah û rejîma Esed tê nasîn.
Esîr bi dijayetiya Hizbullah û rejîma Esed tê nasîn.

Desthilatdarên Libnanî dibêjin, wan melayekî Sunnî yê navdar girtiye ku peywendiya wê bi zincîreke êrîş li dijî artêşê heye.

Karbidestan got, Şêx Ehmed el Esîr roja Şemiyê li firokxaneya Beyrûtê hate girtin. Hate ragihandin ku el Esîr pasporteke sexte bikar anîbû û rûyê xwe guhertibû.

Rêberê Îslamî ji sala 2013’ê û vir ve dihate xwestin, piştî ku artêşa Libnanî girtibû ser xaniyê wî li bajarê Seyda yê başûrê Libnanê. Di wê bûyerê de bi kêmî 18 leşkerên Libnanî hatibûn kuştin.

El Esîr yek bû ji wan kesayetiyên ku girjiya di navbera Sunnî û Şîayan de li Libnanê gûrtir dikir. Ew bi dijayetiya xwe ji Hizbullah re navdar e. El Esîr dibêje, hikûmeta Libnanê ligel Hizbullaha Şîa kar dike, ya ku ligel Serokê Sûrî Beşar Esed li Sûriyê şer dike.

Hikûmeta Libnanî jî el Esîr bi avakirina komeke çekdar ya neqanûnî tawanbar dike. Çend teqînên vê dawiyê li Libnanê xistibûn stûyê piştgirên wî.

XS
SM
MD
LG