Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

17 Leşkerên Îraqî li Nêzîk Felûcayê Hatin Kuştin


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Karbidestên Îraqî dibêjin, mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) îro Yekşemê êrîşek birine ser leşkerên hikûmetê li bajarê Felûca û di encamê de bi kêmî 17 leşker hatin kuştin.

Karbidest dibêjin, sê êrîşbirên xwekuj trimbêlên xwe yên bi teqînokan barkirî ajotin nav xaleke kontrola artêşê ji derveyî bajarê Felûca yê ku li rojavayê Bexdayê dikeve. Piştî wê yekê pevçûn derket holê. Karbidestan got, 15 leşkerên din jî di vê êrîşê de birîndar bûn.

Bi piştgiriya mîlîşyayên Şîa û Sunnî, hêzên hikûmeta Îraqê meha borî operasyoneke berfireh birêve birin da ku mîlîtanên DAIŞ ji bajarê Felûca û bajarên din yên girîng li parêzgeha Anbarê derxînin.

XS
SM
MD
LG