Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Seywan Seîdyan: Welat Ser Çand û Hunerê Tê Avakirin


Huner tenê dikare sînoran qut bike û derbasî dilê herkesî bibe, bi her cêwaziyên xwe jiyanê geş û zengîn dike.

Mêvanê bernama Deng û Reng hunermend Seywan Seîdyan e ku bi xwe û hunera xwe karîbû sînorê Kurdistanê qut bike û xwe li şarên wê bi cî û war

Seywan Seîdyan di sala 1972’an de li Mehabad, rojhilata Kurdistanê ji dayik bûye û li wir xwendina xwe ya seretayî û kotayî bi dawî kir.

Ew ji sala 1995 an û vir de bi awayekî domdarî xebatên xwe yên hunerî berdewam dike.

Perwedeya xwe ya hunerî li Tehran, Sine kir, pişt re li koleja hunerê ya Zanîngeha Silêmanî, beşa wênesaziyê xwend.

Seywan beşdarî 14 pêşengên wêneyan li Tehran,Mehabad, Sine,Qezwîn, Silêmanî û Hewlêrê bû û çend pêşangeh yê pêrformansê û înstleyşin bi rêve biriye.

Karê hunerî û dîzaynê ya4 fîlmên sînemayî û belgenameyî çêkiriye û bi xwe jîkurtefîlimek binavê “ev sêva ku …”çêkiriye.

11 salan li başûrê Kurdistanê penaber bûye.

ji 10 salan karên grafîk û dîzaynê kiriye, ji 300’an zêdetir rûbergên pirtûk û bi dehan logo, afîş û cd dîzayn kiriye.

Çend salen giraniya xebatên xwe yên hunerî daye peykersaziyê.

3 peyker li bajarê Hewlêrê çêkiriye.

Peykera wî ya bi navê “enfal” 10,50m (deh metre û nîv)bilind e.

Wekî din li ser çend beşên cuda yên wêjeyê dixebite.

Pirtûkeka wî ya helbestan ya bi navê “li çaverwantîya hîç de” bi soranî hatiye çapkirin. Çend pirtûk wergerandine û çendîn çîrok jî nîvîsandiye.

Yek ji pêşnûmayên wî yên serekeyî û bingehîn“sêva mexek rêj (qernefîl xemilî, qernefîlkirî) ye ku 11 salan li ser di xebite.

Eve nîzîkî salekê ye li Amedê dijî û niha li atoliya xwe ya peykeran xebatên xwe yên hunerî û wêjeyî jî didomîne.

Ji bo gohdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vî faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:35:21 0:00

Hunermend Seywan Seîdyan
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:09 0:00

XS
SM
MD
LG