Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Termên 3 Polîsên Afganî li Rojhilatê Welêt Hatin Dîtin


Karbidestekî Afganî dibêje, termên sê efserên polîs ku li rojhilatê welêt hatibûn revandin, ji aliyê rûniştvanên xwecihî ve hatine dîtin.

Shafiqullah Nang, berdevkê fermandarê stana Ghazni ya rojhilatê Afganistanê, îro Yekşemê got ku hersê efser hefteya borî ji aliyê xirabkaran ve hatibûn revandin.

Ew dibêje, efserên polîs ji Ghazni bi trimbêlê berê xwe didan stana Paktika ya li ser sînorê Pakistanê, piştî çend roj ji bînvedanê ligel malbatên xwe.

Ti rêxistinê berpirsiya revandin yan jî kuştina polîsan nexistiye stûyê xwe.

Rêxistina Talîban û çeteyên din li vê herêmê gelek çalakiyên wisa pêk anîne. Di çend mehên dawî de jî xirabkaran êrîşên xwe li dijî hikûmeta Afganistanê bilind kirine, piştî ku hêzên Amerîka û NATO’yê dawiya sala borî karê xwe bidawî anîn.

XS
SM
MD
LG