Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brîtanya Balyozxaneya Xwe li Tehranê Careke Din Vedike


Karmendên balyozxaneyê guhdariya gotara vekirinê ya Philip Hammond dikin
Karmendên balyozxaneyê guhdariya gotara vekirinê ya Philip Hammond dikin

Brîtanya îro Yekşemê balyozxaneya xwe li paytexta Îranê vekir, çar salan piştî ku di encama êrîşeke xwepêşanderan de girtî mabû.

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê Philip Hammond li Tehranê bû da ku beşdarî merasîma vekirina balyozxaneyê li Tehranê bike.

Di gotara vekirinê de, birêz Hammond got ku ev serdana wî ya Tehranê "gaveke dîrokî" ye di peywendiyên Îran û Brîtanya de. Wî herwiha bal kişand ser wê yekê ku ev cara yekemîn e ji sala 2003'ê ve kesayetiyek di posta wî de serdana Îranê dike.

Berî merasîmê, Wezareta Derve ya Brîtanyayê ragihand ku balyozxaneya Îranê li Londonê dê di heman demê de were vekirin.

XS
SM
MD
LG