Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zindî Ligel We: Rola Dê û Bav di Fêrkirina Zimanê Kurdî bo Zarokan de


Di programa vê hefteyê de em behsa girîngiya fêrkirina zimanê Kurdî jibo zarokên Kurd dikin, bi taybet ewên ku li derveyê Kurdistanê dijîn.

Gelek lêkolîn li ser girîngiya fêrbûn û perwerdeya bi zimanê dayikê hatine kirin. Ajansa UNESCO ya NY jî gelek xebat di wî warî de kiriye. Lêkolîn didin zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê bandoreke erênî li avakirina kesayetiya zarokan dike.

Li Amerîka û Ewrupa jî dê û bavên Kurd ber xwe didin heta ku ziman û kultura Kurdî li nav malê biparêzin.

Jibo bêtir nêrîn û şîrove li ser vê babetê, em mêvandariya birêz Omer Paçal, rûniştvanê Washington û hevkarê me Salih Demîcer dikin. Herdu jî xwedî zarok in ku li Amerîka jidayîk bûne.

Zindî Ligel We bernameyeke heftane ye ku her roja Yekşemê bi awayekî zindî tê pêşkêşkirin.

Rastewxo Legel Êwe
please wait

No media source currently available

0:00 0:19:09 0:00

XS
SM
MD
LG