Borsayên Çînê îro Sêşemê careke din bûn sedema daketina bazarên Asyayê û bi rêjeya 7.6 ji sedî hatin girtin.
Sehmên Shanghai bi tundî di dema vekirina bazarê de hatin xwarê. Di vê demê de ku beş piştî nîvro hatin xwarê, bazarên Japon û Hong Kong ku hinek pêşketin bidest xistibûn, rastî daketinekê hatin.
Sehm û senedên Nikkei li Japonê bi rêjeya 4 ji sedî hatin xwarê û li Hong Kong jî sehmên Hang Seng heta demjimêra dawî di ber xwe de da û li devera erênî cih girt.
Hemdem, li Brîtanya, Almanya û Fransayê, bazara sehman bi rêjeya 2 ji sedî bilind bûn.
Krîza aborî ya vê dawiyê li Çînê bûye sedem ku roja Duşemê bazara sehman û nirxê petrolê dakevin xwarê.
Li Amerîka jî, bazara sehman ji ber vê krîzê bi rêjeya 3.6 ji sedî daket xwarê.