Hikûmata Amerîkî ragîhand ku ew dixawaze jimareke ji penaberên Sûrî bîne Amerîka û wan li ba xwe bicî bike piştî ku kêşeya penaberên Sûrî bûye kêşeyeke cîhanî.
Lê gorî rewşa penaberan jimara ku Amerîka ragîhand bû, gelekî kêm e û ne li gor daxawaziyan e.
Parêzer Hejar Sedo dibêje, şermeke mezin e ji Amerîka re ku piştî çar salan ji kêşeya Sûrî ve, Amerîka vê jimara kêm ji xwe re pejirandiye.
Hejar herwiha dibêja rewşa penaberên Sûrî gelekî zor û dijwar bû ye û divê ku hemû rêxistin û saziyên navdewletî bi lez xebatên xwe bikin da ku çareseriyekê ji wan re peyda bikin.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê ferom vî faylê deng veke