Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Protestoyên Malbatên Leşkerên ku li Tirkiyê Hatin Kuştin Zêde Dibin


Malbatên leşkerên Tirk yên ku di pevçûnan de hatin kuştin, di binaxkirina termên wan de, serokomarê Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan û partîya AKP protesto dikin. Ev protestoyên han roj bi roj zêde dibin.

Di van 30 salên dawî de, ev şerê navbera PKK û artêşa Tirkîyê berdewam e. Pevçûna 30 salî 40 hezar kes kuştin.

Di sala 2013 de di navbera her du alîyan de biryara pêvajoya aşitîyê hat danîn, lê berî mehekê ev pêvajo hat qut kirin û pevçûn li nav her du alîyan dîsa destpê kir.

Parlementerê HDP yê berê Nazmî Gur, nivîskar Mistefa Dewlemend û serokê şaxê partîya AKP li Amedê Muhammet Akar nêrînên xwe yên ser vê mijarê ligel guhdarên parve dikin.

Kerem kin jibo guhdarîkirina vê raportê fayla deng vekin:

Raport bi deng MA 08_26_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:13 0:00

XS
SM
MD
LG