Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Samî Dawûd: Di Civata Me de Rêz li Hunerê Nayê Girtin


Saziya Serdem li Başûrê Kurdistanê - bajarê Suleymaniyê bû navendeke çand û hunerê li wir û ji sala 2006an ve ta roja îro bi xebatên balkêş û tayber radibe.

Helbestvanê navdar Şêrko Bêkes, yek ji stûnên Serdemê bû ku karîbû saziya Serdem bike navendeke çand û hunerê û sînga xwe li ber hunermend û rewşenbîrên Kurdan veke.

Galeriya Serdem ji sala 2006an ve bi rêvebiriya Samî Dawûd, karîbû bi dehan pêşangeh veke û pênasîneke berfirh bi hunermendên Kurdan li seranserî cîhanê bike.

Samî Dawûd li kêleka karê galeriyê, ew mijûlî zaneyariyên giştî dibe û bi dehan gotar û nivîdîn di derbarî kêşeya zanîn, mejî û zanistên epistemologya xebatê dike.

Samî dibêje " Ji ber civak nezane bi pirinsîpên huner û zanistiyê, ew nikare bi asanî jê têbighê û pê re şa bibe"

Samî anî ziman ku pêwistî bi karê saziyên rewşenbî û zanistî heye, da ku pêwendiyan di nav cemawer û berhemên hunerî û zanistî ava bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:31:15 0:00

XS
SM
MD
LG