Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Kuştina Zarok û Sivîlan Hate Protesto Kirin


ST
ST

Li Stenbolê kuştina hemwelatiyên sivîl yên piştî mudaxaleyên leşkerî li hin bajar û bajorekên Kurdan hatin protesto kirin.

Hevserokê HDP ya Stenbolê Cesîm Soylu, banga jinûve destpêkirina hevdîtinên çareseriyê di navbera PKK û dewletê de kir û bi bîr xist, tenê di rojekê de li Cizîr û Geverê bi qasî 15 kesan hatine birîndar kirin û gelek hemwelatî jî hatine kuştin.

Parlemantera HDP’ê ya Stenbolê Pervîn Buldan jî wek berpirsiyar û biryardarê şerê berdewam Serokomê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nîşanda.

“Ev şer ne jibo têkoşîna azadiya gelan tê kirin. Ev ne şerê jibo serweriya Tirkiyê ye jî. Ev tenê şerê Serayê ye ku ji aliyê Erdogan ve tê dayîn. Me wek HDP çawa ku ew di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de nekir serok, em ê di hilbijartinên 1’ê Mijdarê de jî car din nehêlin bigihîje armanca xwe.“

Hewelatiyekî bi navê Nejdet Ozcelîk li dema xwepêşandanê ji Dengê Amerîka re dibêje, “Êdî em naxwazin ev şer wiha berdewam bike.”

Berbijêrê parlemanteriyê yê HDP’ê Musa Pîrogluyê astengdar ku beşarî hilbijartinên 7’ê Hezîranê bûbû bi kûrsiyê xwe li vê protestoyê amade bû.

“Nabe ku li demeke zarok ji aliyên hêzên dewletê ve têne kuştin em bêdeng bimînin. Jibo em jî nebin hevparê vî sûcî li vir kom bûne. Em ji şerxwazan natirsin û em ê tim dengê aştiyê bilind bikin.”

ji bo guhdarîkirina li raportê faylê deng veke

Raport bi dengê ST 08_29_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:47 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG