Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yekîtiya Ewrupî Banga Kombûnekê Dike Li Dor Koçberan


Wezîrên navxweyî yên Birêtanya, Frensa û Almanya banga kombûneka wezîrên dad û navxweyî yên Yekîtiya Ewrupa dikin, di nîrê du hefteyan de ji bo danûstandina bi kirîza Koçberan re li Ewrupa.

Wezîran îroj yekşemê di daxuyaniyekê de got ew dixwazin gavne berbiçav bibînin ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberiyê.

Li welatê Macedonia, îroj yekşemê, dora 500 koçber li trênê siwar bû, ku rojê 2 caran ji bajarê Gevgelija yê başûr diçe sînorê bakurê welat, cihê ku ew dikarin sînor derbaskin bo Serbia.

Ji Serbia, koçber riya xwe berdewam dikin ber bi rojavayê Ewrupa ve. Welatê din ew Hingarya ye. Lê Hingarya ragihand ku wê li dirêjiya sînorên xwe bi Serbiya re, têlên rêsayî danîne.

Acansa Frensa ya nûçeyan, îroj yekşemê ragihand ku hewildinanên nehêştina derbasbûna koçberan ta niha têk diçin û koçber derbasî Hingarya dibin.

Hingarya daxwaza pencemoran ji koçberan dike, berî wan derbasî kampeyan ke, lê koçber vê yekê red dikin û dixwazin ji Hingarya derkevin.

XS
SM
MD
LG