Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şelal Gedo: Ji Ber Koçberiya Kurdan Xelkên Din Li Herêmên Wan Bi Cih Dibin.


Şelal Gedo
Şelal Gedo

Sozdariya giştî ya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê(ENKS) doh di kombûnekê de li bajarê Qamîşlo banga xwepêşandanan li herêmên Kurdî kir li dijî koçberiya Kurdan ber bi Ewrupa ve. Ev bangewazî tê di demekê de ku bi hezaran kes û malbatên kurd hewil didin derbasî Ewrupa bin.

Sikretêrê Partia Çep a Demuqrat a Kurdî li Sûriyê rêzdar Şelal Gedo, ji Dengê Amerîka re ronî da ser vê kombûnê û got:

“Di şerê Sûriyê de, herêmên Kurdan bêhtirî her cihekî din ziyan dîtin, bi sedema koçberiya berdewam. ENKS dê hewil bide her tiştekî pêwîst bike ji bo sivikirina wê. “

Gedo ku li Tirkiyê dimîne, her wiha got:

“Dema ku Kurd ji herêmên xwe koçber dibin, pêkhateyên din yên Sûriyê tên li şûna wan bi cih dibin.”

Ji bo guhdarîkirina li vê hevpeyvînê, faylê deng veke.

Shalal Guado SW 08_30_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:15 0:00

XS
SM
MD
LG