Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senatorekî Din Piştgiriya Rêkeftina Navokî ligel Îranê Dike


Senator Jeff Merkley
Senator Jeff Merkley

Senatorekî Amerîkî yên din, Jeff Merkley ji wîlayeta Oregon, îro Yekşemê piştgriya xwe ragihand li dor rêkeftina navnetewî, ji bo nehêştina Îranê ji wergirtina çekên navokî.

Merkley dibe senatorê 31 ku dibêje ewê meha bê bêje erê ji bo rêkeftinê, û wiha serok Barack Obama behtir nezîk dibe ji rednekirina rêkeftinê di Kongrêsa Amerîka de.

Kongrês bi her du şaxên xwe yên ku ji aliyê rikberên Obama yên Komarî ve kontrol kirî ne, ew biryare di nîva meha 9 de dengdanê li dor rêkeftinê bike.

Çi endamên komarî ta niha piştgiriya rêkeftinê nakin û şîrovekar pêşbîniya wê yekê dikin ku parleman dê wê red bike.

Lê di Senato de, dengdan nêzîktire. 54 endamên Komarî, pêwîstî bi 6 dengên Demokratan hene ji bo redkirinê. Divê ew piraniya 60 ji sedî wergirin da ku rêkeftinê bi awakî yasayî bê red kirin.

Ta niha 2 endamên Demokrat dijberiya xwe ji rêkeftinê re ragihandin e.

XS
SM
MD
LG