Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Angela Merkel: Divê Hemu Welatên YE Tevlî Pirsgirêka Penaberan Bibin


Merkel: Paşeroja Ewropa di Metirsî de ye
Merkel: Paşeroja Ewropa di Metirsî de ye

Şêwirmenda Almaniya Angela Merkel bang li hemû welatên ewropa dike ku, di pirsa Penaberan de beşdariyê bikin, Merkel da zanîn ku, serwerî u behayê welatên YE girêdayî çareserîya pirsgirêka penaberane, ew dibêje, dê bibe Şermezarî eger ku, welatên YE biser vê pirsgirêkê de, biser nekevin.


Almaniya Welatê herî lipêşe jibo xwecîkirina Penaberan, hejmarên zêde yên penaberan li Almaniya hatine wergirtin, tê texmîn kirin ku bi tenê Îsal 2015 hejamara Penaberan bigehe 800 Hezar kesan, ev hejma 4 caran, ji hejmara sala 2014 Zêdetire.
Merkel di beşekê din yê axiftinên xwe de zelalkir ku, rewşa niha heyî ya di derheqî Penaberan de, ne cihê dilxweşiyê ye.
Merkel herweha ji Bajarê Berlin jibo Nûçegihanan da xweya kirin û gut:

Divê Ewropa bi tevahî bikeve nava liv û tevgerê û beşdariyê di vê pirsgirêkê de bike.


Dîsan Merlkel vekirî rexneyên xwe arastey wan fikran kirin yên kû dibêjin divê mafê Penaberiyê pêşî jibo Kirîstiyanan bê dayin( bê ku navê welateki bilêv bike), weke tê zanîn ku, fikreke weha ji bal dewlta Slovakia ve hatbu dîtin.
Merkel da zanîn ku mafê take kesan, yek ji nirxên bingehîn yên ewropa ye, gutina ev Kirîstiyane û ev Mosilmane ne tiştek raste.


Ev bang û Givaşên Serok Hikumeta Almaniya ji bo xwecîkirina vê hejmara mezin ya penaberan liser her 28 welatên ewropa, rastî rexne û nerazîbûnên tûnd yên hind welatên ewropî hat bûn, bi taybet welatên Ewropa Rojhilat yên weke Slovakia, Komara Çek, Hungariya û Poland.


Merkel da zanîn ku penaberî, mafeke, ji mafên Medenî û girdayî dîroka Ewropaye, ev ji yek ji wan sedemane yên ku, yekêtiya ewropa liser hatî avakirin, eger ku YE di pirsgrêka Penaberan de biser nekeve, dêmek ev mafdê jinav here, ewropa jî, nabe ew Ewropa ya ku, em dixwazîn.


Li Alminya herçende carna hêriş li dij Penaberan û cihê mana wan pêktên û dibin ciyê xemgîniya saziyên Penabertiyê, lê dîsan Almaniya Welatê herî li pêşe jibo pêşwazîkirina Penaberan.
Merkel di axiftina xwe de sozda ku, dewlet hêza yasyê li dij wan kesan bikar bîne, yên ku, hêrişan li dij Penaberan û ciyên mana wan encam didin.
Herweha gut: Hîç lêbûrinek jibo wan kesan nabe yên ku, li rûmeta kesên din bi goman bin û qîmetê nedin wan, li dawiyê Merkel Xelkê Alman hişyar kir û gut: Xwe ji meşên Protestoyî yên li dij Penabran dûr ragirin.

XS
SM
MD
LG