Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Bandora Koçberiyê li Herêmên Kurdên Sûriyê


Gelek çalakvan, dibêjin herêmên Kurdî bêhtirî herêmên din yên Sûriyê rastî ziyanê hatin bi sedema koçberiyê.

Bê guman, li welatekî wek Sûriyê ku rastî şerekî navxweyî bûye û ewqas kuştin û hilweşandin û zordarî lê dibe, çi alî nikarin koçberiya xelkê sivîl rawestînin. Lê li herêmên Kurdan, çavdêr dibêjin li gel wan sedeman, hin sedemên din hene ku dihêlin xelk bi awakî berferhtir mal û milkên xwe bi cî bihêlin û birevin Ewrupa.

Nakokiyên di navbera aliyên siyasî de û şêweyê birêvebirina herêmên Kurdan ji aliyê rêveberiya xweser de, ew du sedemên serekene ku li gel şer û nearamiyê, pêla koçberiyê gurtir dikin.

Bernameya Hest û Helwest bi beșdarbûna sê mevanan ronî dide ser vê babetê:

Endamê mekteba siyasî ya Partiya Demuqrata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) rêzdar Muhsin Tahir ku li bajarê Qamîşlo dimîne; Endamê komîta navendî ya partiya Demuqrat a Kurdî ya Sûrî rêzdar Gêlo Îsa ku li Kobaniyê dimîne; Rojnamevan û birêvebirê Radyo ya (ARTA FM) rêzdar Sîrwan Hec Berko ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê, faylê deng veke.

Sense & Stance SW 09_01_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:35:00 0:00

XS
SM
MD
LG