Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ednan Ebdul Rehman: Huner Paşeroja Mîlatan Ava Dike


Hunermendê Şêwekar Ednan Ebdul Rehman di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amerîkar re li ser jiyana xwe axivî û got , ku ew di sala 1969'an de li gundê Xenamiyê yê bi ser bajarokê Dirbêsiyê ve ye li Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye, û piştî xwendina xwe ya Bekeloriya, çû Şama paytext bo xwendina hunerê.

Ednan di sala 1998'an de xwendina hunera ciwan di Beşê Şêwekarityê ya li Zanîngeha Şamê de qedand .

Ednan bi zîrekîtî karîbû balê bikşîne ser berhemên xwe û cihê xwe di nav hunemendên Sûrî bigere, hem bi mijarên xwe yên ji zaroktiya xwe ve bi xwe re hilgirtibû û hem jî bi teknîka xwe ya cuda û balkêş ve li gorî bêner û rexnegirên hunerê.

Ednan beşdarî dehan ji pêşangehên giştî û hevbeş bûye, çi li Sûrîyê û çi li welatên din mîna Tirkiye, Urdun, Lubnan, Herêma Kurdistana Îraqê, Amerîka û hin welatên din jî, herwisa jî pêşangehên taybet ku ji Şama paytaxt destpê kir ta Kurdistana Îraqê .

Li kêleka hunera xwe Ednan karê mamostaya hunerê dikir li Navanda Çandê ya Rûsî li Şamê ji sala 2000 ta 2007'an .

Ev serê salekê ye, Ednan û malbata xwe koçberî Almanya kiriye ji ber şerê navxweyî yê Sûriye, û li wir hêdî hêdî bi ser jiyana wê derê vedibe.

Ednan dibêje : "min ax , pûş û çîrokên Xenamiyê bi xwe re hilgirtiye , û ez her wan li pêş didim wekû nasnameyekê ji xwe re"

Rexnegirê hunerê li ser berhemên wê dibêjin, berhema Ednan veşartiye di bin rengan de, ew zaroktiya xwe di nav tonên rengan de vedişêre, qatekî li ser qatekî ava dike.

Berhema Ednan nîşana jiyana wî ye wekû Kurdekî, ku zêdeyî 40 salî bê nasname bû li Sûriya ji ber tewana ku ew Kurd e mîna hezarên din ji Kurdan di vê serdam nû de ji jiyanê.

ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê fermo vê faylê deng veke

please wait

No media source currently available

0:00 0:29:05 0:00

XS
SM
MD
LG