Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Strana Kobanê û Mirina Alan Kurdî


Hunermendê Kurd yê naskirî Ednan Kerîm, mêhvanê studyoya Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû û strana taybet bi Kobanê strand.

Piştî çend rojan ji tomarkirin û pêşkeşkirina strana Kobanê bi dengê zelal yê hunermend Edana Kerîm, bûyereke din ya xemgîn biser Kobanê de hat.

Ji egera şerên navxweyî li Sûriyê û Îraqê û peydabûna çekdarên rêxistina tûndrê ya Dewleta Îslamî (DAIŞ), çîrok û serpêhatiyên dilêş û xemgîn bi xwe re anîn.

Rojane kes û malbatên Kurd rastî mirinê tên, yek ji serpêhatiyên mirina reş di meşa koçberiyê ya ber bi welatên Ewrupa de, malbateke ji malbatên Kobanê bû.

Ev 2 roj in wêneyê zarokê 2 salî Alan Kurdî ji Kobanê mijara medya civakî û nûçeyên cihanê ye. Alanê ku dema li Tirkiyê li peravên deryayî mirî hatibû dîtin, her kes matmayî hişt.

Li seranserî cîhanê ji zarokan heta serok dewletan jibo mirina Alan giriyan, hind serok dewlet liser mirina wî hatin deng û daxwaz kirin ku şerên li herêmê heta bi riya bikaranîna hêzê be jî, divê bê bidawî kirin.

Kerem kin li strana Kobanê ji dengê hunermendê jêhatî Ednan Kerîm temaşe bikin

Strana Kobanê
please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:48 0:00

XS
SM
MD
LG