Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koalisyona Erebistana Siudî Êrîşî Hosiyan Dike li Seranserî Yemenê


Balafirên şer ji Mîrnişînên Ereb yên Yekgirtî armancên serhildên Hosî li seranserî Yemenê îroj şemiyê bumbebaran kirin, piştî êrîşeke serhildêran a bi rokêtan li ser serbazên Koalisyonê ku di encamê de bi kêmanî 55 hatin kuştin.

Çavkaniyên tenduristî yên nexweşxana Senai ya paytex a ku nêzîkî salekê di bin kontrola çekdarên Hosî de bû, gotin dora 24 sivîlan hatin kuştin li bajêr wek encama êrîşan, li gor raporta Reuters ku agahî ji Acansa nûçeyan a Mîrnişînên Erebî (WAM) wergirtibû.

Êrîşên esmanî hatin piştî rojekê ji kuştina 10 leşkerên Erebistana Siudî di encama êrîşa serhildêran de li Marib, ku derdora 120 km li rojhilata Senai dikeve. Êrîşa serhildêran her wiha 45 serbazên Mîrnişînên Erebî kuştin, li gor medya Siudî.

Hêjayî gotinê ye ku ev yekem care Erebistana Siudî lê mukur tê ku wê hêz li ser erdê hene li Yemenê.

XS
SM
MD
LG