Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cezayîr, Nîger û Chad Banga Hikûmeteke Yekbûyî li Lîbyayê Dikin


Cezayîr, Nîger û Chad îro Yekşemê tekez kirin ku divê hikûmeteke yekîtiya niştimanî li Lîbyayê were avakirin da nakokiya heyî li welatê cîran were çareserkirin.

Wezîrên derve yên Cezayîr, Nîger û Chad ragihandin ku gelekî girîng e hikûmeteke wisa li Lîbyayê were peydakirin da ku yekîtiya xaka welêt were parastin û xelkê wê ji hev cuda nebin.

Di daxuyanîyeke hevbeş de ku bi riya ajansa APS li Cezayîrê, Ebdulqadir Messahel, Aichatou Kane Boulama û Moussa Faki Mahamat gotin ku hikûmeteke yekgirtî dê gelek pirsgirêkên Lîbyayê çareser bike.

Lîbyaya ku li ser sînorên Cezayîr, Nîger û Chad dikeve, ji sala 2011ê û vir ve rastî tundûtûjiyeke mezin tê.

Li Lîbya nuha du parlamen rikaber hene. Yek ji wan ji aliyê civaka navnetewî wekî ya rewa tê dîtin.

Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (YN) yê Lîbyayê Bernardino Leon roja Îniyê got ku dibe di nav rojên pêş de rêkeftinek di navbera herdu aliyan de were kirin. Nuha gotûbêjên aştiyê di navbera herdu aliyan de li Jinêvayê destpê kirine.

NY hêvî dike ku ev gotûbêj bibin encama îmzekirina rêkeftinekê li 20ê vê mehê da ku pişt re bi mehekê prosesa avakirina hikûmeteke yekbûyî destpê bike.

XS
SM
MD
LG