Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Abdulrahman Gok Rewşa Dîyarbekirê Dinirxîne


Sur, Diyarbakir
Sur, Diyarbakir

Ev çend roj in li bajarên Kurdan li Tirkîyê girjî û alozî heye û karbidestên hikûmetê ji gel re qedexe dikin ku derkevin kolanan.

Di bûyerên Cizîrê de pirtir jî 20 kes hatibûn kuştin û gelekên din jî birîndar bûbûn. Dîyarbekir jî ji alozî û tundîyan para xwe digire û li navçeyên Sûr ya li navbendê bajêr û li Farqînê jî biryara qedexeya der ve hat danan.

Rojnamevan Abdulrahman Gok di vê hevpeyvînê de rewşa heyî li Dîyarbekirê dinirxîne û agahîyên balkêş dide.

Gok dibêje, heta demeke kin atmosforeke erênî li herêmê hebû, lê jiber tundîya hêzên ewlekarîyê ew yek guherîye û sîvîl dibin armanca guleyên polîsan.

Gok dide zanîn ku li gor pêşbînîyên wî rewşa aloz wê hîn jî berdewam bike, tundî buidome û dibe ku hilbijartin jî werin paşxistin.

Abdulrahman_Gok_9_14_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:42 0:00

XS
SM
MD
LG