Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keça Êzîdî Zînat Behsa Rojên Xwe yên li Mala Ebu Bekir Bexdadî Dike


Zînat: Me dizanî bû ku ew lîderekî DAIŞê ye jiber ku wî digot ew xelîfe ye, lê heta em rizgarbûn, me nedizanî ku ew kes Ebu Bekir Bexdadî ye

Piştî dagîrkirina Şengalê û gundewarên Êzîdîyan li deşta Mûsil û dewirûberên wê ji bal çekdarên DAIŞê, bi hezaran keç û xortên Êzîdî ketin di nava destên wê koma tundrê.

Rêberê DAIŞê Ebu Bekir Bexdadî 6 ji wan kesan li mala xwe wek kole bikar anîne.

Zînat a 16 salî ku keça herî mezin ya nav wan 6 keçên Êzîdî bû, behsa wan rojên tarî dike.

"DAIŞê 10 rojan piştî dagîrkirina Şengalê, di 3ê meha 8 Tebaxê de em birin Sûrîyê û li wê derê emîrekî wan em birin mala xwe li bajarê Raqqa. Lê jiber ku, balafiran ew cih bombebaran dikirin, em veguhastin mala xelîfekî DAIŞê li Helebê".

Xanima ku naxwaze kesek navê wê bizane, xwe wek Zînat dide naskirin bi berdewamî tiştên balkêş tîne ziman.

"Me dizanî bû ku ew lîderekî DAIŞê ye jiber ku wî digot ew xelîfe ye, lê heta em rizgarbûn, me nedizanî ku ew kes Ebu Bekir Bexdadî ye."

Zînat û hevalên xwe şevekê direvin, lê rizgar nabin û ligel Kayla Mueller, karmenda aîkarîyên mirovahî ya Amerîkî, tên zîndankirin.

Li gor gotina Zînatê, Bexdadî 4 caran destdirêjîya zayindeyî li ser wê kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Zînat û hevaleke wê, di şeva 18ê meha 10 Cotmehê de karîn xwe rizgar bikin û bigehin kes û karên xwe yên li Herêma Kurdistanê.

Zînat; Koleya Ebu Bekir Bexdadî
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:58 0:00

XS
SM
MD
LG